
Zarokê ket çem jiyana xwe ji dest da
- 22:05 6 Temmuz 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ozkan Çam, zarokekî ku li Mereşê ji bo hênik bibe ket nav avê, jiyana xwe ji dest da.
Ozkan Çam ê 15 salî, piştî ku li navçeya Onikişubat a Mereşê ji bo hênik bibe ket çem winda bû. Dema ku mirovên derdorê rewş dîtin, agahî dan jenderme û tîmên tenduristiyê.
Ozkan Çam, ku bi alîkariya mirovên derdorê ji avê hate derxistin û ji hêla tîmên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyek taybet, hate ragihandin ku tevî mudaxeleyê jî nehatiye rizgarkirin.