'Tu kes nikare êrîşî hebûna kurdan bike' 2025-08-04 14:49:54     AGIRÎ - Di daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta de hate diyarkirin ku di vê serdema civaka demokratîk û aştiyê de êrîşên li ser nasname û zimanê Kurdî berdewam dikin.   Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat a li Agiriyê, derbarê girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê de daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyaniya ku li Kolana Cumhuriyetê ya navenda bajêr hate lidarxistin, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr û Heval Bozdag, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên bajar û navçeyên Agiriyê yên DEM Partiyê û gelek welatî beşdar bûn.   Daxuyanî wiha ye:    "Zimanê gelê kurd mafê gelê kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha hatiye tunehesibandin, gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê kurdî her tim bi awayên cuda cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda cuda êrîşên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31ê tîrmehê bi fermana Walîtiya Îzmîrê bi hinceteke ji rêzê polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1ê tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin. Ev êrîş nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî mixabin hê jî neguheriye û her li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye.   Weke saziyên zimanê kurdî, em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve, em dibînin ku raydar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.    Em dubare bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye ku êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike, ji lew re ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrîşên bi vî rengî bêtehemiliyeke kûr nîşan didin li dijî gelê kurd, nirxên gelê kurd û nasnameya gelê kurd. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê weke êrîşeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin. Ji ber vê yekê, divê ev êrîş demildest were rawestandin. Miameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê û paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê paşve werin kişandin.    Weke gotina dawîn, gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe tê dikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kira Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan were naskirin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Zimanê Kurdî", "Bijî Têkoşîna Zimanê Kurdî", "Perwerdeya bi kurd, "Statuyya bi kurdî" bi dawî bû.