‘Divê zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin’ 2025-08-10 09:03:57   AGIRÎ - Cemîle Duman bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avesta ya li Îzmîrê hatiye giritn da û da zanîn ku ew êrîşên li hember zimanê dayikê qebûl nakin û got divê Kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin.   Di 1’ê Tebaxê de bi biryara Midûriyeta Bajar a Wezareta Perwerdehiya Netewî Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a li Îzmîrê bi îdiaya di ruhsatê de prigirêk heye dijqanûnî qurs tê dayîn hat girtin. Der barê mijarê de hevşaredara berê ya Avkevirê ya Agiriyê Cemîle Duman axivî û bertek nîşan da.   ‘Bi armanca xerakirina pêvajoyê tê kirin’   Cemîle Duman da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya civaka demokratîk ji bo hemû gelan girînge û di pêvajoyek wisa de şaredariya CHP’ê ya Konak a Îzmîrê komeleya Avesta girtiye. Cemîle Duman wiha bi lêv kir: “Divê CHP hebûna xwe ya di siyasetê de, dixwaze çi bike ji nû ve bigire dest. Birêz Abdullah Ocalan bi bangek wisa pêşî li pêvejoyek nû vekir. Em li dîroka CHP’ê dinêrin polîtîka înkar û îmhayê ya 70-80 salî didomîne. Em wan vexwendiyê samimiyetê dikin. Di vê pêvajoyek wisa de ev nabe. Ev ji bo xerakirina pêvajoyê ye. Ji bo me çand û ziman girînge.”   ‘Em der barê guherîna destura bingehîn de gavan dipên’   Cemîle Duman destnîşan kir ku CHP’ê du deman li ser hev bi dengê Kurdan şaredarî girtine û wiha bi lêv kir: “Em wan vedixwînin samimiyetê. CHP tevî ku duyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye divê zîhniyeta xwe biguherîne. Divê polîtîkayên înkar, îmha û dijminahiya Kurdan biguhere. Em vê ji wijdana kesî re nahêlin. Divê demidlest ji bo guherîna destura bingehîn gav bên avêtin.”   ‘Kurdan ji bo zimanê xwe bedel dan’   Cemîle Duman anî ziman ku bi sedsalane hebûna Kurdan ji nîqaşê re hatiye vekirin û wiha bi lêv kir: “Kurdan li dijî înkar û îmhayê, ji bo zimanê xwe bedelên mezin dane. Lê hîna vê nabînin. Divê CHP helwesta xwe biguherîne.Tunekirina ziman tunekirina dîroka Kurdan e. Em vê êrîşê qebûl nakin. Divê zimanê me zimanê fermî be.  Kurd wek berê nikarin tune bên hesibandin.”