Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan 2025-08-19 09:03:57   AMED - Rabîa Ataş, dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş e û got ku di demên dawî de zext û şîdeta li girtîgehan zêde bûye û berdana girtiyan tê astengkirin.    Li seranserê girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin. Li gorî daneyên rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2025'an, 335 girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Ji van, 230 kes nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 kes hewceyê piştgiriyê ne û 188 kes jî ji ber nexweşiya xwe hewceyê çavdêriya domdar in.   Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, gelek koman tekez kirin ku divê dewlet ewilî girtiyên nexweş û girtiyên siyasî berde. Di vê pêvajoyê de, li gorî raporên ATK'ê, mafê dermankirinê ji girtiyên nexweş re nayê dayîn û hîn jî Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bi hincetên kêfî yên wekî "rewşa wan ne baş e" berdana wan asteng dikin.   Şîvekar Ataş, girtiyeke nexweş a giran e û li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê girtiye. Tevî ku nexweşiya dil pê re heye jî nayê. Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş, li ser pêvajoyê û neberdana girtiyên nexweş ji ajansa me re axivî.    Rabîa Ataş, diyar kir ku zext û şîdeta li Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê zêde bûye û got: "Keça min Şivekar Ataş yek ji nexweşên giran e. Par, berdana du hevalên wê ku 30 sal in girtî ne, salek dirêj kirin. Niha, wan ev sê meh û nîvên din dirêj kirin. Bi vî awayî ew rê li ber berdana girtiyên din digirin."   Rabîa Ataş, diyar kir ku di vê serdema ku behsa aştiyê tê kirin de ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin da ku baweriya bi aştiyê ava bibe û wiha bi lêv kir: "Herêmên parastina medyayê hîn jî tên bombebarankirin. Zarokên me li wir jiyana xwe ji dest didin. Dewlet şerekî qirêj dimeşîne. Şîdet li girtîgehan zêde bûye. Nexweşên giran hene. Keça min nexweşiya dil heye û divê niha ji girtîgehê derkeve. Ew her tim di rê de ye ji bo nexweşxaneyê. Derziyên dil didinê."   Rabîa Ataş, diyar kir ku PKK'ê gavên ber bi pêvajoyê ve avêtine û razîbûna raya giştî ji vê gavê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê ew komîsyonê dipirsin û li benda gavekê ne. Ger tiştek baş derkeve holê, em ê hemû bi hêvî bin. Ger tiştek dernekeve holê û hewl bidin pêvajoyê têk bibin, raya giştî wê qebûl neke. Niha, her kes li benda vê aştiyê ye."