Kesên li dijî madenê berxwe dan îfade dan 2025-07-31 22:24:59   AMED - Li Licê ya Amedê yek jê zarok 7 kesên li dijî madena sifir ya tê xwestin bê vekirin piştî gilîkirina Dîdîm Madencîlîk îfade dan.   Berxwedana li dijî madena sifir a tê xwestin li taxa Mîzak a navçeya Licê ya Amedê bê avakirin bi pêşengiya jinan didome. Piştî gilîkirina Dîdîm Madencîlîk 1 jê zarok 3 jin 7 kesî li Qerekola Licê îfade da.