Malbata diguhere û vediguherîne: Malbata demokratîk 2025-05-14 09:04:21   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Endama Atolyeyên Jîneolojî ya Stenbolê Sevcan Kadîroglu der barê polîtîkayên malbatê, modela malbata ku di civakê de guherîn û veguherînek çawa hedef digire de, axivî û got: “Malbat veguheriya qada ku herî zêde jinan dike kole. Em malbatê red nakin tune nahesibînin. Em malbateke demokratîk a di esasê hevjiyana azad de ku jinan nake kole hedef dikin.”   Êrîşên li hember jiyan, îrade û destkeftiyên jinan roj bi roj giran dibin. Ewil sala 2025’an ‘sala malbatê’ hat îlanikrin. Di 15’ê nîsanê de Wezareta Tenduristiyê got heta hewcedariya tibî tunebe wê sezeryan neyên kirin û qede kir. Her wiha wezîrê tenduristiyê Kemal Memîşoglu di weşanekê de got zarok tunebin malbat jî ava nabe û tenê wek hevjîn dimînin. Her wiha wezîra xizmetên malbat û civakî jî got ‘ew di asta alarmê de ne, wê ciwanên ku bişînin leşkeriyê nebînin’. Endama Atolyeyên Jîneolojiyê ya Stenbolê Sevcan Kadîroglu der barê modela malbatê ya demokratîk de axivî.   ‘Desthilatdarî ji malbatan leşker û karkerên xwe peyda dike’   Sevcan Kadîroglu destnîşan kir ku malbat ji bo pergal û desthilatdariyan mijarek girîng e û got: “Desthilatdarî di malbatên ku dixwaze leşker û karkerên xwe ava bike de, zayendperestiyê giran dike. Malbat qadeke ku zarok tên pelçiqandin û binpêkirinê ne. Ji ber vê niha bi fikar in. Dibînin ku encama dipên nagirin. Ji ber vê 2025 ‘sala malbatê’ îlan kirin. Li vî welatî jin û zarok tune tên hesibandin her roj bi qetilkirina jin û zarokan em şiyar dibin. Rastiyek wisa heye û hîna polîtîkayên xwe li ser bedena jinê dimeşînin. Dema ev rastî hebe bêguman polîtîkayên desthilatdariyê rastî bertekan tê. Em ji bo malbatê dibêjin mîkro dewlet, protîpa dewletê. Dixwazin tîpa malbata ku lêpirsîn nakin biafirînin.”   ‘Em avakirina malbateke demokratîk hedef dikin’   Sevcan Kadîoglu bi lêv kir ku di civaka ku bi yekparêziyê hatiye avkairinê de têgeha malbatê ya netewî ne tesaduf e û wiha anî ziman: “Em van polîtîkayan ji rêzê nabînin. Em dikarin bêjin ku ev polîtîka cihê xwe jî nagirin. Ji ber têkoşîneke jinê ya mezin heye. Em malbatê red nakin, tune nahesibînin. Em avakirina malbateke demokratîk a di asta hevjiyana azad de hedef dikin. Em bi zîhniyeteke ku jinê qetil dike re rû bi rû ne. Di vî alî de azadbûna jinan azadiya hemû qadên jiyanê ne. Yek ji gavên civaka polîtîk, malbata demokratîk e. Em bi têkoşîna jinê, ji bo jiyaneke ku jin bibin kirde têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû polîtîkayan bidomînin.”