Şandeya Mexmûrê hate girtin 2025-05-15 09:17:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên nasname û ambargoyê şandibû Bexdayê, di rêya vegerê de hatin ragirtin.   Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyek ji Meclîsa Gel a Mexmûrê çûbûn Bexdayê. Şande piştî  bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir û şûnde, li vegerê hate girtin.   Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ragihand ku, Meclîsa Mexmûrê ji bo li ser pirsgirêka nasname û ambargoya  ya li ser gelê Mexmûrê daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku hevdîtinekê bikin. Li ser vê yekê jî Wezaretê bersiv da Meclîsê û anîbû ziman ku wê ti pirsgirêk dernekeve.   Filîz Bûdak, diyar kir ku Şandeya Meclîsa Mexmûrê piştî li gel Wezaretê Edaletê hevdîtin kiriye û şûnde li derketina Bexdayê hatiye dîlgirtin.   Filîz Bûdak, da zanîn ku 3 kes hatine girtin.   Hêjayî bibîr xistinê ye ku 10’ê Nîsanê û vir ve hikûmeta Iraqê ambargoyeke daniye ser Mexmûrê rê nade kelûpelên avahîsazî û binesaziyê bikevin Mexmûrê, her wiha rê nade karker biçin Bexda û nasnameyên xelkê Mexmûrê bi salane nû nakin.