Evîndar Ararat: Siyaseta demokratîk bêyî xweparastinê nabe 2025-05-15 11:56:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku ji bo siyaseta demokratîk pêwîstî bi parastineke berfireh heye û got, heta ku peymaneke mayinde û garantiyên qanûnî-hiqûqî neyên dayin, divê hêza parastinê çekê danîne.   Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulana 2025'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di 9'ê Gulanê de bi daxuyaniyekê re PKK'ê pêkhatina kongreya xwe ragihand û encamên kongreyê jî 12'ê Gulana 2025'an bi encamnameyê bi raya giştî re parve kir.   Li gor nûçeya ANF'ê Endama Koordînasyona Evîndar Ararat weke delegeya kongreyê nêrînên xwe anîn ziman. Axaftina Ararat bi vî rengî ye:   "Di serî de ez Rêbertî silav dikim û dilsoziya xwe dubare nîşan didim. Di şexsê heval Fuat, Riza û Sara de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim.   Nîqaş û biryarên ku em di Kongreya 12’emîn de bikin, stratejîk in. Em biryara guhertina stratejîk a têkoşînê dinirxînin. Ev kongre ji bo wê yekê kom bûye.   Ev 14 sal in me kongreya PKK’ê lidar nexistibû. Rêber Apo jî pênase kir, pêvajoya ji vir û şûnde pêvajoyeke pir kûr a rexne û rexnedayînê ye. Ev kongre li gorî perspektîf û biryara stratejîk a Serokatî wek hêza kadro, wek milîtanên Serok Apo di mekanîzmaya fermiyeta Partiyê de em ê biryara wê bigirin. Ev kongre li ser esasê pratîzekirina biryara Serokatî kom bûye. Em vê nîqaş dikin. Kongre dîrokî ye. Naverok û biryara ku bigire, dîrokî ye, helwesta ku em raber dikin dîrokî ye.   Serokatî pêvajoyek da destpêkirin, stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya demdirêj dide guhertin. Stratejiya têkoşîna me dike stratejiya têkoşîna demokratîk, siyaseta demokratîk. Lê têkoşîna siyaseta demokratîk bê parastina cewherî nîne. Têkoşîna stratejiya demokratîk, siyaseta demokratîk, parastina cewherî pir berfireh e. Yanî yekalî nîne. Em tenê şerê çekdarî wek parastina cewherî sînordar bikin, ew jî rast nîne. Di paradigmaya me ya nû de jî Serokatî parastina cewherî pir berfireh dinirxîne. Lingê wê yê tifaq, lingê wê yê dîplomasî, lingê wê yê têkoşîna demokrasî, lingê wê yê rêxistinkirina civakî, civak tevahî xistina nav parastinê wek hêza parastina sereke pênasekirin. Berfireh e, milê felsefefî, milê ruhî, milê çandî û zimanî bi her awayî.   Wek hêza parastinê, heya peymana mayînde beramber pêk neyê divê çek berdan, çek teslîmkirin çênebe. Yanî heta garantiya zemînê qanûnî, hiqûqî çênebe, ev divê pêk neyê.   Jixwe wek şêwazê stratejîk em şerê çekdarî didin sekinandin. Lê rêxistinbûna hêza parastinê divê xwe dubare bike. Ev wek şertekî esasî ye. Jixwe tenê li ser vî esasî parastin, teng e. Eger me gel xistiba nav parastinê, dibe me evqas zorî nedikişand.   Tecrîda li ser Serokatî jî ewqasî wê dewam nekiribûya. Wê hîn zûtir, di şert û mercên hîn guncawtir de me ê dewleta Tirk kişandiba xeta çareseriyê. Serokatî alternatîfeke nû datîne; aliyê bîrdozî, aliyê felsefî, aliyê rêbaza têkoşînê, pêşengtiya jin û ciwanan."