'Li girtîgehan tiştekî guhertî tuneye, rejîma îşkenceyê didome' 2025-05-17 09:07:25   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay diyar kir ku li girtîgehan rejîma îşkenceyê heye û ev şert û merc zemîna nexweşiyan amade dike. Fatma Ozbay got li girtîgehan nirxên mirovahiyê bi awayekî sîstematîk tên tunekirin.   Girtiya nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay piştî girtina 26 salan şûnde di 14’ê Gulanê de bi rapora ATK’ê hat tahliyekirin. Fatma Ozbay der barê şertên girtîgehê de axivî û got li girtîgehan rejîma îşkenceyê heye û got piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dipan ku zext kêm bibin lê her çûye zêde bûye. Fatma Ozbay bi lêv kir ku divê girtiyên siyasî bên berdan.   Fatma Ozbay di 1998’an de li Şirnexê hat binçavkirin û ji endamtiya rêxistinê 36 sal ceza lê hat birîn. Fatma Ozbay seranserê girtinê de li girîgehên Amed, Mîdyad, Bayburt, Erzirom û Şakranê ma. Di 2018’an te teşhîsa pençeşêrê lê hat dayîn. Bi amelyatê 4 nodul hatin girtin û dermankirina kemoterapî û radyoterapî dît. Ji ber raporên ATK’ê yên dikare girtî bimîne demek dirêj nehat tahliyekirin.   ‘Şertên girtîgehê nexweş dikin’   Fatma Ozbay diyar kir ku dermanên rojane bikar tîne û wiha vegot: “Ez dikarim bêjim ku bi pêvajoya dawî re hatim berdan. Gelek girtiyên nexweş hene. Şertên girtîgehê nexweşiyan zêde dike. Mirovek 30 salî girtî bimîne pêkan e ku baş be? Her tim nav betonan de ne. Divê dest bidin axê, tavê bigirin. Baş xwedî bibin. Girtîgeh texrîbatek mezin li ser mirovan dikin."   ‘Zext didomin’   Fatma Ozbay bi lêv kir ku demên dawî de ji bo cil û bergan rengên şîn, kesk û turuncu hatine qedexekirin û wiha bi lêv kir: “Herhal guherîn çênebe wê rengên sor û zer jî bên qedexekirin. Zer bê cem sor pirsgirêkek mezin e. Wêneyekî zarok ligel me hebû bi hinceta kesk sor û zer heye ji me girtin. Zextan dikin. Li girtîgehan her kes desthilatdar e. Dîtina muxataban zehmet e. Belê midûrek heye lê her kes xwe esas digire û sereke dibîne. Pênûsên boyaxê yên rengîn jî qedexe ne.”   Li silavdayîn û tilîliyê lêpirsîn   Fatma Ozbay daxuyakirin ku silavdayîna ku di çanda hemû gelan de heye li girtîgehan qedexe ye û got di hevdîtina vekirî de dayik û girtiyên ku malbata wan hatibû silav dabûn hev û ji ber vê li 5 girtiyên qowişa me lêpirsîn hat vekirin. Fatma Ozbay wiha dirêjî dayê: “Cezayên tên dayîn bi armanca çewisandinê ye. Hewldana wan ev e ku ji ku derê girtiyan bişkînin û biçewisîne. Desthilatdariyeke ku nehatiye dîtin pêk tê. Ji bo her tiştî mirovahî qedexeyê tînin. Sûc dibînin. Li girtîgehan tiştek neguheriye.”   ‘Bawer dikim ku wê ew jî bên berdan’   Fatma Ozbay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja hatim berdan wek biçim nexweşnayê bû. Ji bo hestiyar nebim min her tim wisa hîs kir. Baweriya min ev e ku wê hevalên me li pey hev bên berdan. Ez dixwazim hêvî û bawer bikim. 5-6 hevalên me cezayên wan qedyane lê cezayên din lê birîne.  Bi hincetên cuda hevalên me girtî dihêlin.  26 salan girtî mam. Ez dibêjim qey hîna girtîme. Destê min di wesayîtê de ne kelepçekirî bû. Ev balkêş bû. Dîsa jî min destê xwe wek ku kelepçekiriye dabû ser hev. Leşker û gardiyan ligel min tunebûn. Ev jî ji min re balkêş hat. Ez hêvî dikim, bawer dikim wê hevalên me bên berdan. Em ê bi hev re bibînin.”