Li Qada Şêx Seîd bernameya bi bîr anînê 2025-05-17 09:53:10   AMED - Hevseroka DEMP Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer bang li raya giştî kir ku tevlî bîranîna ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun dê sibê li Qada Şex Saît bê lidarxistin bibin û got: "Em ê jî ji bo parastin û bîranîna hemû nirxên xwe meşek li dar bixin."   Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de PKK'ê Kongreya 12’yemîn lidarxist. PKK’ê di 12'yê Gulanê de encamnameya kongreya xwe eşkerekir û diyar kir ku qadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji des dane. Li Amedê dê ji bo qadroyên PKK’ê yên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmek girseyî bê lidarxistin.   Dê merasîma bibîranînê li Qada Şêx Seîd ya navçeya Sûrê di 18’ê Gulanê de saet 15:00’an de lidarbikeve. Di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de li tevahiya Amedê xebat hatin meşandin.    Der barê xebatan de hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û Rojda Aras jî di rêveberiya DEM Partiyê ya Amedê de cih digire ji ajansa me JINNEWS'ê re axivin.    'Gel xwedî li pêvajoyê derdikeve'   Gulşen Ozer diyar kir ku dema derketin nava gel wan dît ku çiqasî vê pêvajoyê hembêz kirine û got: "Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de di nava gelê me de tevlihevî derket. Lê piştî nîqaşkirina vê yekê me dît ku bi belavok û daxuyaniyên wekîlên partiya me û gelê me yên derketine derve, hesta baweriyê hîn zêdetir pêş ket."   'Me bedelên giran dan'   Gulşen Ozer, da zanîn ku gel gelek mexdûr bûye û berdêl daye û û wiha bi lêv kir: "Êdî gel li bendê ye ku dewlet gavekê bavêje. Gelo Kurd wê karibin destkeftiyan bi dest bixin? Wê girtîgeh bên valakirin? Hemû destkeftiyên Kurdan wê li ser esasê qanûnî bên bicihanîn? Gel meraq dike. Lê piştî ku biryara kongreyê di rojên derbasbûyî de hat eşkerekirin, şehadeta her du pêşengên damezirîner hat eşkerekirin. Em jî ji bo beşdarî bernameyê dixebitin. Nirxên me di şexsê wan de jiyana xwe ji dest dane em ê li wir jî biparêzin."   Rojda Aras, bal kişand ser vê yekê ku ev 45 sal in ev şer ji zarokatiya wê û vir ve didome û wiha axivî: "Wê şer çawa bandor li me kir, bandor li zarokên me jî kir. Lewma em vê pêvajoyê pir rast dibînin. Hêvîdarim ku ev pêvajo zelal bibe û rojên xweştir derbas bibin. Bi daxwaza ku em di nava xwişk-biratî û aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê em ê sibê du şehîdên xwe bi bîr bînin. Em banga tevlîbûnê li gel dikin."