DEM Partiyê bi minasebeta Hefteya Windayan daxuyanî da 2025-05-17 15:02:30     ENQERE - DEM Partî bi boneya “Hefteya Kesên Hatine Windakirin” daxuyanî da û ji bo kesên di binçav de hatine windakirin daxwaza avakirina komisyona heqîqetê kir.   Komisyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) bi boneya “Hefteya Kesên Hatine Windakirin” daxuyeniyek nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernava “Di hefteya kesên hatine windakirin de em bi rastiyê re hevrûbibin” hate weşandin û di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevrûbûn dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de bibe gaveke girîng.   Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye: “Ji aliyê ÎHD’ê de ji sala 1995’an û vir de 17-31’ê Gulanê wek “Hefteya Kesên Hatine Windakirin” tê bibîranîn. Armanca vê hewldanê ew e ku bi rastiya kesên li Tirkiyeyê û li cîhanê di binçavan de hatine windakirin re dê hevrûbûnek çêbike û dê encama kesên winda bê lêkolîn kirin, kujerên wan li pêşberî edaletê bê darizandin. Ji bê vê yekê, Dayikên Şemiyê, xizmên kesên hatine windakirin û parêzvanên mafên mirova, ji 27’ê Gulana 1995’an ve bi haweyekî daîmî li Stenbol Beyoglû li pêşberî Galatasaray Lîsesî û bajarên wek Amed, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Îzmîr, Enqere, Edene, Mêrsîn, Wanê ji bo qêrîna rastiya kesên hatine widakirin çalakiya rûniştinê lidar dixin. Bi boneya17-31 Gulanê Hefteya Kesên Hatine Windakirin em bangî deshilatê dikin.   Hevrûbûna bi rabirduyê re    Tirkiye, di pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ya pirsgirêka Kurd de gihîştî qonaxeke girîng. PKK’ê bersiva da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku rêzdar Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an kiribû, aşkera kir ku xwefesix kirî, dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Li Tirkiyeyê rastiya kesên hatine wendakirin xwe dispêre dema Osmanî, lê bi giranî di dema şerê çekdarî yê dawîn de rêjeya kesên hatina windakirin zêde bûne. Ji bo vê yekê di pêvajoya avakirina aştî  civaka demokratîk de hevrûbûna bi raboriyê re teqez e. Di serî de xebatên rêxistinên mafên mirovan ji bo edalet û heqîqetê divê neyên astengkirin.    Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1051’mîn li pêşberê Stenbol Beyoglu Galatasaray Lîsesî divê neye astenkirin, hejmara beşdaran neyê sînordarkirin, rêgirên polêsên li hemberê Galatasar Lîsesî bê rakirin û vê meydanê wekî bere ji bo Dayikên Şemiyê û xizmên kesên hatine windakirin bê hiştin.   ‘Divê komîsyon bê avakirin’   Divê Tirkiye bibe alî ji bo Hevpeymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Windakirinê ya NY’ê. Divê Protokolên Pêvek ên Peymana Cenevre bê qebûlkirin. Divê Tirkiye destûra daraza Dadeha Cezaya Navneyeteweyî bê qebûl bike. Divê di Qanûna Ceza ya Tirk de windakirina kesan bizorê wek sûcê mirovahi bê pênasekirin. Ji bo lêkolîna li ser kesên ku hêj encama wan nayê zanîn rewşa wan aşkera bibe û kujerên wan dere holê divê komisyona heqîqetê bê avakirin.   Bi minasebeta Hefteya Kesên Hatine Windakirin, hevrûbûn dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de bibe gaveke girîng.”