Encamnameya Kongreya NADA hate eşkerekirin 2025-05-17 19:02:29   SILÊMANÎ - Encamnameya Yekemîn Kongeya Hevgirtina NADA ku di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê pêk hat, hate eşkerekirin.   Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) ku di 15’ê Gulanê de li Silêmaniyê pêk hat. Kongreya ku 3 rojan dewam kir ji 19 welatan bi qasî 200 delege amade bûn.   Encamnameya Yekemîn Kongreya Hevgirtina NADA ji aliyê Sekretera Hevgirtina NADA Nûbihar Mustefa ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku konferansa ku bi dirûşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê re, ber bi Civaka Demokratîk ve’ bandora şer a xirab a li ser jinê bi hûr û kûr hate nîqaşkirin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku krîzên ji ber Şerê Cîhanê yê 3’emîn pêk tê, li dijî jinan bi rengekî ‘qirkirina veşartî’ hatiye girtina dest, Ji qirkirina li ser jinên Êzidî ya sala 2014’an a li Iraqê bigire heta pêşketinên demê dawî ya li Filistîn, Sûdan û Yemenê gelek mijar hatine nîqaşkirin.   Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Divê rola rêxistinkirina jinan a di avakirina aştiyê, avakirina civaka demokratîk ku şoreşa jinê esas digire bê zêdekirin. Xurtkirina yekîtiya jinan a di asta herêmî de, pêşxistina perspektîfa têkoşîna hevpar a li dijî koalîsyona mêrêserwer-neolîberal. Her wiha hate piştrastkirin ku divê jin xwedî mekanîzmayên hiqûqî, destûra bingehîn û ewlekariyê bin.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefên stratejîk hatiye destnîşankirin, 7 komîte hatine diyarkirin û li ser 12 bendan li hev kirine.   12 xalên li ser hatine lihevkirin, wiha ne;   “1- Xurtkirina Hevgirtina NADA wek hevgirtineke jinan a berfireh ku li ser pîvanên mafên mirovan yên gerdûnî ji xwe re esas digire, Peymana Rakirina Her Cûre Cudahiyên li Dijî Jinan (CEDAW), Peymana Stenbolê û biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, wek belgeyên herêmî û navnetewî ku bingeha tifaqeke berfireh a jinan pêk tîne û xurtkirina wê.   2- Qebûlkirina belgeyên şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Belgeya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan wek referanseke bingehîn.   3- Xurtkirina têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û parveker.   4- Avakirina aştî û civakeke demokratîk a li ser bingeha takekes a azad, dûr ji tundî, mezhebgerî û neteweperestiyê.   5- Piştgiriya hewldanên aştî û civaka demokratîk a bi perspektîfa azadiya jinê ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin.   6- Daxwazkirina berdana girtiyên jin yên di girtîgehên rejîmên dagirker û zordar de.   7- Zêdekirina piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Êzidî.   8- Xurtkirina hevgirtina herêmî û gerdonî li dijî pirsgirêkên wek şer, tundî, koçberî, guherîna demografîk û cudahiyên aborî-civakî ku jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijîn.   9- Avakirina tor û platformên têkoşîna hevpar di navbera rêxistinên jinan de; belavkirina parvekirina ezmûn, raman û (vizyon) dîtinê.   10- Pêşxistina şiyan û zanebûna jinan da ku bikaribin di mekanîzmayên biryarstandinê de bi awayekî çalak cih bigirin.   11- Xurtkirina çalakiyên komîteyên Hevgirtina NADA li ser asta herêmî û bicihkirina projeyên hevpar li ser asta herêmî.   12- Avakirina medyayeke jinê ya serbixwe li dijî temsîliyetên nerênî û zayendperestên li dijî jinan di medyayê de.   Bijî Têkoşîna Jinên Azad ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê!   Bijî Şoreşa Jinan: Jin, Jiyan, Azadî!”