Li Gazzeyê jiyana hezaran zarokî di bin xetereyê de ye 2025-05-17 19:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafê Mirovan a Fîlîstînê da zanîn ku ji ber ambargoya ku Israîl li hember Gazzeyê pêk tîne, jiyana 65 hezar zêdetir zarokî di bin xetereyê de ye.   Di daxuyaniya ku Navenda Mafê Mirovan a Fîlîstînê daye de, ji ber Israîlê ji 2’ê Adarê de ye deriyên sîngor girtine, li Gazzeyê şert û mercên mirovahiyê ya birçîhiştina gel gihiştiye asta karasetê.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yên herî zêde zirarê dibînin jin û zarokin û wiha hate gotin: “Ji ber nebÛna xurekan û qelsiya xwedîbûnê ji 65 hezarî zêdetir zarok bi rîska mirinê re rû bi rû ne. Ji 7’Ê cotmeh a2023’an heta niha di ser 50 hezarî de zarokî ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane.”