Bêrîvan Sincar û TJA'yê serdana waliya Helebçeyê kirin 2025-05-18 12:28:25     SILÊMANÎ - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sincar û TJA'yê bi waliya Helebceyê re civiyan.   Hevşaredara Peyasê ya DEM Partiyê, Bêrîvan Sîncar û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Helebceyê bi waliya Helebceyê Nuxşa Nasih re hatin cem hev.   Nuxşa Nasih pêşwaziya jinan kir û di hevdîtinê de, li ser têkoşîna jinan û sîstema temsîliyeta wekhev agahî hatin parvekirin. Nuxşa Nasih diyar kir ku ew dixwaze were û Amedê bibîne.   Piştî civînê, Bêrîvan Sincar plaketek ji bo danasîna bajarê Amedê pêşkêş kir.