'Em ê li dijî qetilkirin û tundiyê têkoşîna xwe mezin bikin' 2025-05-21 09:02:06   Elfazî Toral   STENBOL - Mergen Ariturk da zanîn ku desthilatdarî hawira tundî û qetilkirinan ava dike û got: “Her ku dengê jinan bilind dibe, zexta desthilatdarî û serdestiya mêr jî zêde dibe. Em ê li dijî qetilkirin û tundiyan têkoşîna xwe bilind bikin.”   Li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Destilatdariya mêr li dijî tundî û qetilkirinan mekanîzmayan pêk nayne, polîtîkayên ku mudaxaleyê beden û destkeftiyên jinan dikin dikin dewrê. Li gorî çeteleya ajansa me, di 2024’an de 358 jin hatine qetilkirin, 221 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4 mehên ewil ên salê de jî 105 jin hatin qetilkirin û 71 jî biguman jiyana xwe ji dest dan.   Nûnera Zanîntgeha Stenbolê ya Federasyona Femînîstên Ciwan Mergen Ariturk der barê tundî û qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivî.   Mergen Ariturk da zanîn ku çavkaniya qetilkirina jinan polîtîkayên destilatdariyê ye û gumanbarên jinan qetil dikin nayên darizandin. Mergen Ariturk wiha dirêjî dayê: “Qanûn pêk nayên. 6284 pêk nayê û Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin. Piştî vê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde bûn. Jinên tundî, destdirêjî û tehdîdan dibînin êdî hatine asta ku nikarin biaxivin. Cînayetên jinan her roj tên jiyîn. Divê desthilatdarî qanûnan pêk bîne. Ger li cem jinan cih bigirin, qanûnên ku îfadeya jinan esas digirin derxin, Peymana Stenbolê ji nûve bike jiyanê wê cînayet kêm bibin. Mixabin li Tirkiyeyê qanûnek wisa tuneye.”   ‘Hawira tundiyê desthilatdarî ava dike’   Mergen Ariturk daxuyakirin ku xeyala desthilatdariyê ‘malbata pîroz e’ û ev tişt bi lêv kir: “Ji bo kontrol û îtîatê zêde bike malbatê pîroz dibînin. Lê jin li dijî vê têkoşîna xwe bilind dikin. Jin pêşî li van polîtîkayan digirin. Ji ber vê dixwazin jinan biçewisînin. Ev jî hawira tirs û tundiyê zêde dike. Gumanbar jî ji vê hawirê fêdeyê digirin. Mêr cesaretê digirin û jinan tehdîd kirin. Dema wisa be cînayet jî zêde dibin. Polîtîkayên malbatê çavkaniya xurt a destê desthilatdariyê de ye. Her ku tevgera jinan xurt dibe desthilatdarî jî dibêje malbat. Ji ber malbat mekanîzmaya kontrolkirina civakê ye. Malbatê kontrol bikin dikarin civaka nû ava bikin, civaka ku serî ditewîne ava bikin.”   Têkoşîna rêxistinkirî   Mergen Ariturk wiha dirêjî dayê: “Malbata ew diaxifînin wê mahkumê hilweşînê be. Ji ber dixwazin malbata ku ji jinan re dibe gor ava bikin. Têgehên zayenda civakî tên qedexekirin. Ji bo jinên trans jî qanûn heye.  Pêkanînên ku jiyana wan tehdî dide tên kirin. Em dibînin ku deshtilatdarî zayend û nasnameyan tehdîd dike. Lê em ê dengê jinên trans û jinan bilind bikin. Em ê têkoşîna rêxistinkirî xurt bikin. Em ê şopdarê  dozên jinan bin. Federasyona Femînîstên Ciwan girêdayê Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin e. Em ê bi parêzeran re şopdarê dozê bin. Rêxistibûn girîng e. Divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”   ‘Divê qanûn pêk bên’   Mergen Ariturk  diyar kir ku pisgirêka jinê pirsgirêka civakê ye û ev nirxandin kir: “  Divê mafê jinan bê dayîn. Divê qanûn pêk bên. Divê desthilatdarî pêşî li qetilkirinan bigire. Dema cezayê bi bandor bên dayîn wê gumanbar sûc nekin. Pêkanîna cezayan wê cînayet û tundiyê kêm bike. Em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin. Em li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê ne. Em ê ciwanên lîse û zanîngehê têkoşîna xwe bilind bikin.”