Ne muzeya bîrê, qêrînek zindî: Helebçe 2025-05-21 09:05:21   HELEPÇE - Der barê komkujiya ku bi talîmata Saddam Huseyîn li Helebçeyê hat kirin de, muzaya Komkujiya Halepçeyê hat avakirin. Ev ne tenê wek cihekî bibîranînê; hişê civakê bixwe ye, qêrînek zindî ye.   Helebçe yek ji cihên ku gelek tişt li ser hatiye nivîsîne. Helebçe bajarekî biçûk ê di bin siya çiyan de ku bîhna xwe mirovan heyran dihêle ye. Lê di 16’ê Adara 1988’an de ev bajar wek lekeyeke reş di hişan de cihê xwe girt û bajarekî  germî û samimiyeta xwe balê dikşîne. Ji bo komkujiya Helebçeyê neyê jibîrkirin li bajar muzeya Helebçeyê hat vekirin. Di muzeyê de pitikên ji gazê fetisîne, zarokên di hembêza dayika xwe de cemidîne. Mirovên hatine qetilkirin bi bal mumu hatine çêkirin û di muzeyê de bi cih kirine. Ev qirkirina Kurdan bi awayekî herî zelal vedibêje.   Belgeya mirinê ya Saddam Huseyîn jî li muzeyê ye   Di muzeyê de wêne, pêlîstokên şewitî, rûpûşên gazê û fîgurên bedenên hişk bûne. Her yek qêrînek bêdeng in. Muzeya Komkujiya Helebçeyê, ne tenê cihekî bîranînê ye, hiş bixwe ye. Qêrînek bêdeng e. Her wiha belgeya mirinê ya Saddam Huseyîn ku talîmata komkujiyê da jî di muzeyê de cihê xwe digire. Di her alavekê de her wêneyekî de her bal mumu de, her belgeyên hatine daliqandin de şahidiyek heye û komkujiyên ku Kurdan jiyane tê ragihandin.    Foto\Dîmen: Dîlan Babat