Li dijî polîtîkayên sala malbatê: Sala berxwedana jinê 2025-05-21 09:06:38   ENQERE - Dondu Kurşunoglu got ku divê desthilatdarî di çarçoveya sala malbatê de gavan bavê jî ji bo jinan bûye sala berxwedanê û got: “Li welat xizanî, tundî heye. Jin jiyanek mirovane dixwazin. Ne sala malbatê, sala bexwedana jinê.”   Endama Platforma jinan Dondu Kurşunoglu der barê gotinên detshilatdariyê yên ku tundiya li ser jinan giran dike û polîtîkayên wê nirandin kir.   Dondu Kurşunoglu da zanîn ku tundiya li ser jinê ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê giran dibe û wiha got: “Polîtîka ya din jî ya xizaniyê ye. Sala dawî sala malbatê îlan kirin. AKP bi salane li hember destkeftiyên jinan jiyana wan pakêtêN darazê derdixe û mafê wan xesp dike. Rojê sê jin tên qetiklirin. Destdirêjî û îstîmar heye. AKP di 2020’an de Peymana Stenbolê fesh kir û di warê mafê nefeqeyê de hinek proje xistin jiyanê. Li hember mafê bikaranîna paşnav a jinan jî bi hinceta li hember rêgeza wekheviyê de biryara betalkirinê ji aliyê dadgeha destura bingehÎn ve hat dayîn. Her wiha jinên parastina cewherî dikin tên cezakirin lê gumanbarê tundiyê bi cezayên wek xelat tên cezakirin.”   ‘Desthilatdarî pergala sermayê li ser keda jinê ava dike’   Dondu Kurşunoglu daxuyakirin ku desthilatdarî pergala sermayeyê li ser keda jinê ava dike û got: “Li Îzmîrê jina ku kaxiz kom dikir, 5 zaorkên xwe li malê hişt û zarokên wê di şewata derket de jiyana xwe ji dest dan. Em polîtîka xizaniyê di vir de dibîn. Xizanî herî zêde bandor li ser jinan dike. Desthilatdarî pergala sermayê li ser jinan ava dike. Desthilatdarî bi belgeya vîzyonê bi hemû wezaretan re polîtîkayan hildiberîne. Li bajarên ku destberdan pir zêde bûye projeyan hildiberînin. Ev ji bo pêşîgirtina destberdanê bû.  Ji ser wezareta malbatê tundî tê belavkirin. Butçeya ji jinan re bê veqetandin ji tarîkat û diyanetê re tê veqetandin. Niha jî hewl heta welidîna jinê mudaxale dikin û hewle didin pêşî li ya sezeryanê bigirin, welidîna normal teşwîq bikin. Ev pol3itîkayên wisa ji ser jinê wek polîtîka rantê tên pêşxistin. Armanc ne tenduristiya jinane, li ser bedena jinê polîtîkayan dikin dewrê.”   Tundî didome   Dondu Kurşunoglu balkişand ser sala malbatê ya desthilatdariyê îlan kiriye û got her çiqas gav bên avêtin jî ev sal ji bo jinan bûye sala berxwedanê û wiha domand: “Li welat xizanî, tundî heye. Jin jiyanek mirovane dixwazin. Desthiladarî çiqas bêje ji tundiya li ser jinê re sifir tolerans, ev rastiyê nîşan nade. Ne sala malbatê, sala bexwedana jinê.Jin ji bo mafên xwe, ji bo jiyana xwe rêxistinbûnê didomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê, ferzkirina welidîna normal jî qebûl nakin.”