Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê hat binçavkirin 2025-05-21 11:44:06       STENBOL - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Rûken Gulagaci hat binçavkirin.   Rûken Gulagaci, rêvebera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), duh piştî ku ji Girtîgeha Kandirayê derket, ku di çarçoveya karên xwe yên pîşeyî de çûbû wir, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi hinceta ku derbarê wê de biryara girtinê heye, hate binçavkirin.   OHD'ê ji ser hesabê xwe yê X'ê diyar kir ku Rûken Gulagaci di 20'ê Gulanê de hatiye binçavkirin.