Li Îzmîrê atolyeya 'Dîroka Jinê' 2025-05-22 13:49:55   ÎZMÎR - Jinên DBP û TJA'yê li Îzmîrê hatin cem hev û atolya li ser derketina serdestiya mêr û dîroka jinê pêk anîn.   Nûnertiya Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê, bi jinên partiyê re atolyeya "Dîroka Jinê" li dar xist. Atolye li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê hat lidarxistin.   Di atolyeyê ê de rola jinê ya di serdema mêtîngeriyê de, şoreşa jinê ya neolîtîk, derketina serdestiya mêr, koka kapîtalîzmê û têkoşîna azadiya jinê ya îro di sedsala 20’an de hate nîqaşkirin.   Atolya dê sibê li Aydinê bidome.