Li Pîranê 4 herêm ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin 2025-05-22 17:49:55   AMED - Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî 10 rojan wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.   Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî navbera 21-30’ê Gulanê de  wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin. Walîtiya Amedê ketina herêman bi desturê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘ Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî û cemaerî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ hat nîşandan.