ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-24 09:00:00     *Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan der barê ‘Meşa aştiya civakî’ ya ku wê TJA di 31’ê Gulanê de pêk bîne axivî û got divê jin di her alî de li dijî tundiyê li qadan cihê xwe bigirin û dengê xwe bilind bikin. Çîmen Fîdan jin vexwendin meşê û got divê hemû jin bêjin "em jî hene". DÎMEN HEYE   *Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku rewşa girtiyan bi taybet jî binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên siyasî her diçe giran dibe û got divê dewlet ji vê saetê şûnde gavên şênber bavêje. DÎMEN HEYE   *Endama MYK’ê Canan Çalagan ya di hevdîtinên Heyeta DEM Partiyê de cih digire wiha got: “Guhertin, ji rabûna pergaleke hezaran salî ya serdestya mêr, ji bo jinan jiyaneke wekhev û azad dihewîne. Em ji ronesansa jinan re amadekariyê dikin.” DÎMEN HEYE