Li Wanê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê bang hat kirin 2025-05-24 16:32:21     WAN - 22 saziyên sivîl û demokratîk, bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê.   Li Wanê 22 saziyên sivîl û demokratîk ên Kurdan bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kolana Hûnerê daxuyanî dan û ji wir heta avahiya KURDÎGEH'ê meş li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û lolîpopên “Ziman berxwedan e”, “Kurdî hîn bike, siberojê ronî bike”, “Zimanê dayikê mîrateya me ye” hwd. hatin rakirin. Rêveber û endamên KURDÎGEH, DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Kovara Destar, DFG, MKG, Komeleya Jinan a Star, TUHAY-DER, MEBYA-DER, Çand Aryen, ÎHD Şaxa Wanê, Komeleya Meleyan, Komeleya Ekolojiyê, Platforma KESKê Şaxa Wanê, OHD, Baroya Wanê, DADSAZ, DÎSK Şaxa Wanê, Şaxa TMMOBê ya Wanê û aktîvîstên TJA beşdarî daxuyaniyê bûn.   Rêveberê KURDÎGEH'ê Alî Ataman metna hevpar a daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Alî Ataman, anî ziman ku di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin. Zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Bi awa, rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.”   Alî Ataman destnîşan kir ku jiyaneke bêkurdî ji bo kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e û wiha got: “Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û jêneger e. Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’ Banga rêzdar OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em heta dawiyê bi vê bangê re ne û bi rengekî zelal dibêjin ku; heta ku mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî neyên naskirin û hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafên kurdan ji holê neyên rakirin aştî û civateke demokratîk pêk nayê.”   Alî Ataman da zanîn ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite û ev tişt got: “Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em wek neteweya kurd di mijara zimanê kurdî de bi van xalên hatine diyarkirin gelek zelal dibêjin ku divê statuya kurdî di makezagon û zagonan de bê qebûlkirin. Divê ji zarokxaneyan heta zanîngehan di hemû merheleyan de perwerdehiya bi kurdî pêk bê. Divê hemû qedexe û astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya kurdî bên rakirin; kurdî li her sazî û qadên fermî, civakî û jiyanî ji her milî ve serbest û azad be. Divê hemû navên cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê hatine tirkîkirin, dîsa li kurdî bên vegerandin.”   Bang li partiyên siyasî û saziyan kir   Alî Ataman daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin. Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.”   ‘Divê dewlet lêborînê ji Kurdan bixwaze’   Piştî daxuyaniyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Ûzûnay û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivîn.   Gonul Ûzûnay, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û da zanîn ku miletê Kurd daxwazeke rewa dike û dixwaze zimanê wan bigehije statuyekê û bibe zimanê fermî.   Dû re Heval Dilbihar axivî û banga xwedî derketina zimanê Kurdî kir. Heval Dilbihar got ku divê dewlet lêborîna xwe ya sed salan ji Kurdan bixwaze û da zanîn ku divê Kurd jî ji bo zimanê xwe têbikoşin.   Ji bo Kurdî meşiyan   Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan heta ber bi avahiya KURDÎGEHê meşiya û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê Kurdî jiyan nabe” berz kirin. Çalakî bi gêrandina govendê ya li ber KURDÎGEHê bi dawî bû.