ROJEVA 25'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-25 09:00:00     * Xizmên girtiyan yên ji bo hevdîtinê çûn girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku ji aliyê gardiyanan ve bi pêkanînên nebaş û binpêkirina mafan re hatine rû hev. Di hevdîtina vekirîde gardiyanan qeyda kamerayê girtin û ji xizmên girtiyan re gotin ‘terorîst’. Xizmên girtiyan der barê mijarê de serî li ÎHD’a Îzmîrê dan. BI DÎMEN    *Sekretera jinan a Navenda Giştî ya Haber-Sen Gulseren Gungordu wiha got: “Divê butçe ne ji bo şer ji bo gelan, kedkar, ciwan û zarokan bê veqetandin. Divê zemîna şert û mercên jiyaneke bi rumet bê avakirin.” DÎMEN HEYE   *Endama PM'a DBP'ê Zeynep Kaya der barê atolyeyên "Dîroka jinê" ya ku Meclîsa Jinan a DBP’ê daye destpêkirin de axivî û got: “Ji bo azadiya jinan, pêşeroja zarok û civakê, ji bo dawî li şer û binpêkirinê bê divê em xwe rêxistin bikin û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.” DÎMEN HEYE