Heqaret li malbatên girtiyan tê kirin 2025-05-25 09:03:33   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan yên ji bo hevdîtinê çûn girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku ji aliyê gardiyanan ve bi pêkanînên nebaş û binpêkirina mafan re hatine rû hev. Di hevdîtina vekirîde gardiyanan qeyda kamerayê girtin û ji xizmên girtiyan re gotin ‘terorîst’. Xizmên girtiyan der barê mijarê de serî li ÎHD’a Îzmîrê dan.   Malbatên di 22’yê Gulanê de ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Şakranê, bi pêkanînên nebaş û binpêkirina mafan yên gardiyanan rehatin rû hev. Xizmên girtiyan diyar kirin gardiyanan di têketina girtîgehê de dest bi zextan kirine û ji xizmên girtiyan re gotine ‘hûn terorîstin’. Her wiha di hevdîtinê de bi kamerayan qeyd hatin girtin. Di hevdîtina vekirî ya 21’ê Nîsanê de jî li sê girtiyên ku bi hinceta silav dane malbatên din cezayê dîsîplînê hatibû birîn û ji bo 9 girtiyên tilîlî kişandine jî mehek cezayê hevdîtinê hatibû dayîn.   Dayika girtî Aygul Kapçak, Fatma Kapçak der barê binpêkirina mafan de axivî û got tecrîd  hîna didome.   Qeydên kamerayê    Fatma Kapcak da zanîn ku 22’yê Gulanê de çûne hevdîtinê û çawa ketine hundir pirsgirêk jiyane, gardiyan bi kêfî tevgeriyane. Fatma Kapçak wiha got: “Em ketin odeyê gardiyanan gotin bikevin rêzê. Li heman cihî hem hevdîtina girtiyên siyasî hem ya edlî dihat kirin. Em girtin aliyê dawî. Dîwarek navbera me de hebû. Malbat hatin, nehiştin em biçin cem girtiyên din. Her cara em diçûn me hev didît. Keça min hat gel min. Got ‘bi hevalan re neaxive, li hundir bûye çêbûne, zextan li me dikin.' Ez bi hevalek xwe re axivîm. Keça min serê xwe xist ber xwe. Min dît ku destê gardiyanan de kamera heye. Qeyd digirtin. Lê li cem girtiyên edlî tiştek wisa tunebû.”   Ji xizmên girtiyan re gotin ‘terorîst’   Fatma Kapçak daxuyakirin ku pêvajoya dawî de, li girîgehê silav dayîn dibe sedema lêpirsînan û wiha vegot: “Sedema girtina qeydan bi armanca cezakirinê tê kirin. Piştî hevdîtinê gardiyan li hember xizmên girtiyan nebaş tevdigerin. Gotin ‘hûn terorîstin.’ Moralê me xera kirin. 12-13 gardiyan carekê de ketin hundir. Piştre em derketin. Gelek zext hene. Li ser zarokên me zext hene. Çima wisa dikin? Bi salane em diçin û tên. Niha pêvajoya aştiyê heye. Ez heta sibehê ranezam. Gelo li wir çi bi zarokên me dikin. Moralê wan tunebû. Bi fikar bûn. Em li pişt zarokên xwe ne. Çima vê zilmê li me dikin.”   Tecrîd didome   Fatma Kapçak dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî pêvajoya aştiyê zextên li girtîgehan didomin û wiha dawî lê anî: “Em bi fikarin. Ez bawernakim. Em vê zilmê heq nakin. Yên dibêjin aştî bila gotinên me bikin rojeva xwe. Tecrîd hîna heye.”   Wê serî li ÎHD’ê bidin   Keça girtî Medîne Orhan, Merve Orhan jî destnîşan kir ku dema hevdîtinê de gardiyanan heqeret girtiyan hatiye kirin û got wê der barê mijarê de xizmên girtiyan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê bidin.