Kevneşopiya ku bi krîzê re guherî: Fîstan êdî tên kirêkirin 2025-06-08 09:03:21     Memîhan Hilbîn Zeydan   WAN-Krîza aborî bandor li ser cil û bergên gelerî yên Kurd jî kirin. Li Wanê Mehtap Tugan ya ku dirûnvaniyê dike diyar dike ku welatî êdî li şûna girtinê fîstanan kirê dikin.   Di çanda Kurd de cil û berg cihên girîng digirin. Lê bi krîza aborî ya pêş ketiye bandor li vê qadê jî bûye. Fîstanên ku mirovan li gorî xwe taybet didrûtin, êdî kirê dikin.   Mehtap Tugan ya li Wanê dirûnvaniyê dike, da zanîn ku bi krîza aborî re kenşopî bi krîzê re veguheriye.   ‘Ez pîşeya dayika xwe didomînim’   Mehtap Tugan da zanîn ku pîşe ji dayika xwe fêr kiriye û wiha got: “Dayika min li Geverê dirûnvanî dikir. Min jî ji dayika xwe fêr kir. Çend sale vî karî dikim. Kirêkirina cil û bergên gelerî girêdayê aboriyê ye. Hêza girtinê ketiye. Dirûtin kedek mezin dixwaze. Dea wisa dibe biha jî zêde ne. Ji ber vê niha kirêkirin derketiye holê. Li herêmê dawet zêde ne. Jin fîstanên didrûn herî zêde sê caran li xwe dikin. Ji ber vê jî kirikirin ji bo wan baştire. Berê kirêkirin kêm bû. Lê niha zêdeye. Bêguman vê bandor li me jî kiriye. “   ‘Beramberê keda xwe nagirim’   Mehtap Tugan destnîşan kir ku beramberê keda xwe nagirin û wiha vegot: “Fîstan heta tên ji gelek asten derbas dibin. Dirûtina wan pir bihaye. Dema wisa dibe em beramberê keda xwe jî nagirin. Ev berhem ji derveyê welat tên. Baca wan ya gumrukê jî zêde ye.  Biha li gorî sala borî pir zêde  bûne. Ev bandorê hem li me hem li muşteriyan dike.Kumaş3en giran ji 5-6 hezarî dest pê dike heta 15-20 hezarî diçe. Sala borî nîvê van bihayan bû.”   ‘Sedema krîzê desthilatdariye’   Mehtap Tugan got sedema krîza aborî desthilatdariye û wiha bi lêv kir: “Em bi bac û faîzan jiyana xwe didomînin. Bêguman em vê tenê li ser cil û bergên gelerî nabêjin. Dema aborî dibe mijara gotinê her tişt girêdayê hev e. Bandor li ser her qada jiyanê dike.”   Mehtap Tugan dawiya axaftina xwe de balkişand ser azadiya aboriya jinan û wiha bi lêv kir: “Di roja îro de bi yek mûçeyê debare ne pêkane. Ger jin xwedî zarok bin lêçûn hîn zêdetirin. Divê jin hîn bêtir di qada jiyana kar de cih bigirin.”