DEM Partî amadekariyan dike ku biçe Girava Îmraliyê 2025-06-11 16:00:56     ENQERE - DEM Partî ragihand ku ew amadekariyên xwe dikin ku di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê. Her wiha ragihand ku dê bi gelek kesayet û rêberan re hevdîtinê bikin.   Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bin serokatiya Hevserok Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan de li avahiya baregeha partiyê kom bûn. Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan derbarê rojeva civîna MYK û pêşketinên heyî de civîneke çapemeniyê li dar xist.   Ayşegul Dogan got DEM Partî amadekariyan dike ku biçe Girava Îmraliyê.