Li Îzmîrê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin 2025-06-12 18:54:34   ÎZMÎR - Li navçeya Tîre ya Îzmîrê jina bi navê Ş.E ji aliyê mêrê bi navê M.O.E ku pê re zewicandibû ve bi çekê hat qetilkirin.   Li navçeya  Tîre a Îzmîrê jina bi navê Ş.E (70) ji aliyê mêrê bi navê M.O.E (75) ku pê re zewicandibû ve bi çekê hat qetilkirin.Gumanbar piştre bi heman çekê întîxar kir. Piştî şêniyên taxê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan çûn cihê bûyerê.   Ekîban diyar kirin ku M.O.E û Ş.E jiyana xwe ji dest dane. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.