Rojnameger Rahîme Karvar ji girtîgehê derket 2025-06-12 20:03:35   STENBOL- Rojnameger Rahîma Karvar ya ji girtîgehê derket diyar kir ku wê xebatên xwe yên rojnamegeriyê bidomîne.   Rojnameger Rahîma Karvar ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya lê dima derket. Rahîme Karvar ya ji 20’ê Çilede girtî bû îro runiştina wê ya ewil pêk hat û tahliye bû. Rahîme Karvar li ber girtîgehê ji aliyê endamên Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê(MKG), hevpîşeyên wê û hevalên wê ve hat pêşwazîkirin.   Rahîme Karvar li ber girtîghê axaftinek kurt kir û da zanîn ku wê pîşeya xwe û nivîsandina nûçeyan bidomîne.