Rojnameger Reyhan Hacioglu: Ez ê rojnamegeriyê bidomînim 2025-06-13 21:14:16   WAN  - Rojnameger Reyhan Hacioglu 5 meh şûnde ji girtîgeha Tîpa T tahliye bû. Reyhan Hacioglu li ber girtîgehê axivî û got: “Ev pêvajoyek dîlgirtinê bû. Ji bo welatekî xweşiktir ezê nivîsandina xwe bidomînim. Peywira çapemeniya azad hîn bêtir zêde dibe. Ez ê rojnamegeriyê bidomînim.”    Yekem rûniştina doza ku rojnameger Reyhan Hacioglu bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Reyhan Hacioglu di runiştina yekemîn de bi şerta kontrola edlî hat berdan.   Reyhan Hacioglu li ber girtîgeha Tîpa T ya Wanê ji aliyê TUHAY-DER, MEBYA-DER, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Komeleya Rojnamegrên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hat pêşwazîkirin. Reyhan Hacioglu li ber girtîgehê axaftinek kir û wiha got: “Ev pêvajoyek dîlgirtinê bû. Ji bo welatekî xweşiktir ezê nivîsandina xwe bidomînim. Peywira çapemeniya azad hîn bêtir zêde dibe. Ez ê rojnamegeriyê bidomînim.”