Li Zaxo jinek hate qetilkirin 2025-06-18 15:00:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Polîsan a Îdareya Zaxo ragihand ku jinek ciwan hatiye kuştin û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.   Rêveberiya Polîsan a Îdareya Zaxo ya bi ser bajarê Dihokê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di saet 08:00’ê siharê de, li navenda Îdareya Zaxo jinek ciwan a bi navê N.A.E (26) bi çekê hatiye kuştin.   Li gorî daxuyaniyê li ser bedena jina ciwan şopa çend guleyan heye û cenazeyê wê rakirine tiba edlî ya Zaxoyê.   Rêveberiya Polîsan ragihand ku piştî polîs gihiştine cihê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.