ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-20 09:00:00     *Di mîtolojiya Yewnan de Phîllmena ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve rastî destdirêjiyê tê û ji bo neaxive zimanê wê tê birîn û hepsê kulubeyekê tê kirin. Phîlomena bi risandinê bêdengiya lê tê ferzkirin dişkîne û agahiyê dide xwişka xwe. Di Mezopotamyayê jî êşên nayên ziman hene. JINEOLOJÎ   *Endama Komîsyona Mafên Penaberan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand ser binpêkirina mafan yên di riyên koçberiyê de li hember jin û zarokan pêk tên û got: “Ji bo rayedar li dijî van pirsgirêkan berpirsyariya xwe bînin cih û hişmendiya civakî ava bibe em ê bixebitin.” DÎMEN HEYE   *Berdevka Partiya Keskan a Kibrisê Dr. Elena Lîmbourî Kozakou da zanîn ku baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi azadiyê pêvajo aniye vê astê û wiha got: “Nêrînên Abdullan Ocalan yên ji bo aştiyê riya çareseriyê ye.”   * Ji Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê Doktor Ayşe Ozdamar da zanîn ku her cureyê tiryakbûnê girêdayê tundiya civakiye û taktîka şer e. Ayşe Ozdamar danî ziman ku wê têkoşîna li dijî hişbirê tu car ji rojevê de nexînin. BI DÎMEN