Şîna Şehrîban Alturk bi girseyî hat ziyaretkirin 2025-06-20 19:55:30   ŞIRNEX- Ji bo  Şehrîban Alturk ya di pevçûna li Zapê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû li Qilabanê şîn hat dayîn. Şîna Şehrîban Alturk bi girseyî hat ziyaretkirin. Di serdanê de hat daxuyandin ku wê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidome.   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (MEBYA-Der), Dayikên Aştiyê, DBP, DEM partî yên Şirnexê, parlametnerê DEM partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, çûn şîna Şehrîban Alturk ya YPJ’î ku di pevçûneke li Zapê jiyana xwe ji dest dabû.     Kesên çûn şîna Şehrîban Alturk, ji malbatê re sersaxî xwestin.  Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez  axivî û da zanîn ku wê banga ji bo aştî û azadiyê bidome û got divê gel ji dewletê gava hiqûqî û demokrasiyê dipê.   Piştî axaftinan dua hatin kirin.