‘Jin tevî hemû zor û zehmetiyan rola xwe dilîzin’ 2025-06-21 18:06:27   NAVENDA NÛÇEYAN- Mamostaya zanîngeha Kerkûkê Prof. Rehîq Şêxlî da zanîn ku pêngavên jinan yên ber bi navendên biryardariyê ve cihê kêfxweşiyê ye û got: “Jin ji bo cihên xwe yên cûda, pêngavê xwe bilezkirine û ev jî pêngavek erêniye. Astengiya herî mezin ya li hemberî jinan, mêr in.”   Mamostaya zanîngeha Kerkûkê Prof. Rehîq Şêxlî der barê rola jinan ya di nava civakê de, hewldanên wan yên ji bo xurtkirina cihê xwe yê di nava hemû sazî û aliyên biryardayînê de, axivî. Rehîq Şêxlî da zanîn ku jinan ji bo xurtkirina hebûna xwe ya di cihên cûda de, hewldanên xwe bilezkirine û ev jî pêngavek erêniye. Rehîq Şêxlî wiha dirêjî dayê: “Rêjeya jinan ya di navendên cûda de başe, lê rûbiruyî astengiyan tên. Bi taybet ji ber ku di bernameyên xwendinê de behsa pirsgirêkên jinan û rola jinan ya di dema bêde nayê kirin, jin rubiruyî astengiyan tên. Jin li cihên kar bi hevkarên xwe yên mêr re xwedî rolên temamkerin, lê astengiya herî mezin ya li hemberî jinan ewe ku zilam jêhatiyên jinan qebûl nakin. Ev yek ji bo jinan astengiyek mezine.”   Di dewama axaftina xwe de Prof. Rehîq dibêje; “Mixabin hîn jî dayik û bav ji ber cûdakariya zayendî, yan jî nezanîna nirxa perwerdeyê, hin taybetmendiyan bi ser keçên xwe de ferz dikin. Ev yek we dike ku jinên ciwan ji derfetên nûjeniyê û serketinê bêpar bimînin. Pêwîste di bernameyên xwendinê de guhertin bên kirin û malbat û civak di mijara jinan de werin hişyarkirin.”