Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-06-22 11:12:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya kovara jinê bi manşeta “Çanda Tecawizê: Tundiya dîrokî ya serdestiya mêr” hate weşandin.   Hejmara 121’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Çanda Tecawizê: Tundiya dîrokî ya serdestiya mêr” derket. Di hejmara nû de li ser çanda tecawizê ya di pergala mêrê serdest de û berxwedana jinan a li dijî vê çandê tê sekinînin.   Nivîsên di hejmara nû de ev in:   * Di bin siya şerekî de, di erefeya aştiyekê de: Ji hemû aliyan ve çanda tecawizê / Sakîne Esen Yilmaz   * Çanda tecawizê: Avakirina serdestiyê ya bi rêya bedenê / Hurriyet Dogan   * Çanda firotinê: Rûyê serdestiya mêr a kûrewî / Serhildan Banyan   * Demara krîzê ya şaristaniyê: Malbat / Derya Moray   * Di pêvajoya jinûavakirinê de zarok / Çîgdem Ertak