11 sal in doza ‘Çeteyên fûhûşê’ encam nebûye 2025-06-25 13:13:39   ŞIRNEX - 3’yemîn danişîna doza “lêpirsîna fûhûşê” ya ku hat dîtin de kiryaran parastinên bi guman kirin û doz taloqê 15’ê Cotmehê hat kirin.   “Lêpirsîna fuhûşê” ya ku di sala 2013'yan de li Şirnexê li dijî 25 gumanbarên ku di nav wan de 3 çawîşê pispor û efserek jî heye, 11 sal şûnde veguherî dozê. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê piştî 11 salan amade kir û tê de 25 gumanbar, 4 jinên daxilî nava fuhûşê hatine kirin û kesên ji welatên cuda hene, ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Danişîna sêyemîn a dozê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.    Danişîn bı tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê, Midûriyeta  Polîtîkayên Civak û Malbatê û Tevra Jinên Azad (TJA) di dozê de amade bûn. Kiryar jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dozê bûn. Piştre parastin destpê kirin.    Bi gotina ‘nayê bîra min’ xwest xwe biparêze   Destpêkê de kiryar Remzi Yarar, sûcdariyê qebûl kir û got ku ez bi tenê karê texsîcîtiyê dike û wiha parastina xwe kir: “Min tu tiştekî nekiriye. Ez giliyên hatin kirin qebûl nakim.” Dadgehê ji kiryar pirsa “tu mexdûran nas dikî?” re bersiva, “Her roj gelek kes siwarî erebeya min dibe. Ji ber wê yekê nayê bîra min.” Dadgehê di berdewamiyê de bal kişand ser axaftinên ku bi rêya telefonê kiriye û bi van gotina xwest xwe ji sûcê biparêze, “Çawişên pispor dema pêdiwin wan hebe sîwarê texsiya min dibin. Ji min re gotin ‘telefonên me tên gûhdarkirin. Tu dikarî ji şuna me bigerî’ Ji bo fihûşê bikin li min dan gerandin.” Bi van gotinan fûhûşê îtîraf kir. Li dijî îfadeyên ku li dadgehê da û yê dozgeriyê de ji ber gûmanbarî heye jê hat pirsin û bi gotina “nayê bîra min” ve xwest xwe biparêze.   Parêzerê kiryar jî daxwaza parastina demkî kir û got ji ber di ser bûyerê de derbas bûye nayê bîra mûwekîlê wî.   Ji hemû kiryaran îfadeyên bi guman   Kiryar Ferhat Akça jî giliyan û sûcadariyê qebûl nekir û îdîa kir ku têkiliya wî bi wan jinên ku navên wan derbas dibin re tuneye. Ji ber di îfadeyê de guman hene dadgehê jê pirsî û kiryarê îdîa kir û ev tişt got: “Min di bin zextan de ew îfade da.”   Kiryar Necmettîn Çelîk jî îdîa kir ku ew kiryarên dinê û mexdûran nasnake û dadgehê bal kişans ser îfadeyên bi gûman û got “nayê bîra min”.   Ji jinên ku ber bi fûhûşê hatiye xirikandin S.B. ji ber ewlehiya xwe nexwest navnîşana mala wê bê diyarkirin û got ji ber ev kesan bi bifikare. S.B. wiha parastina xwe kir: “Ez Remzî Yarar nas dikim. Remzî Yararê ku îfadeyên guman da, bi xwe çawişên pispor dianî. Bi zorê fûhûşê li min didan kirine. Pere ji min digirt navbera xwe û û Kenan Tatar de belav dikir. Remzî her tim gefan li min dida xwarin. Remzî Yarar û Kenan Tatar bi xwe ev kesan eyar dikirin. Gelemperî ev herdu kes hebûn. Remzû tundiyê jî li min dikir û gefan dida xwarin. Ez ji kiryaran gilî me. Bila cezayê giran bê dayîn.. Kesên ku îro vê tiştê li min kirin, sibê dibe ku bi kesekê dinê bike.”    Kiriyar Ferhat Açil jî îdîa kir ku têkiliya wî ya bi bûyerê re tuneye û dadgehê de îfadeyên guman da.   Dayika zarokekê ku bi zorê fûhûş lê hatiye kirin wiha got: “Agahiya min ji bûyerê tunebû. Piştî ku doz vebû û agahiya min pê çêbî.   Her wiha kiryarên ku di dozê de îfadeyan dan heman parastinê kirin bal kişand.   Parêzerên kiryaran jî di parastinê de gotin dê piştre parastina xwe bikin.   ‘Çeteyek rêxistinkirî heye’   Ji Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr jî bi van gotinan parastinê kir: “11 salin ev doz berdewam dike. Mexdûr baweriya xwe êdî winda dikin. Diyare ku rêxistinekî sûc li holê ye. Li ser bedena jin û zarokan sûc hatiye kirin. Bi nirxê mirovahiyê ve dibe darizandinekî edilane bê kirin. Divê kiryar sûcên herî giran bigire.”   Parêzerên mexdûran jî di parastina xwe de got ji ber gûmana kiryar birevin heye daxwaza girtinê kir û parêzeran her wiha got ku ewlehiya mexdûran tuneye.   Piştre Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê daxwaza tevlîbûna dozê kir.   Doz hat taloqkirin   Piştî navbera ku hat dayîn di biryarê de hat xwestin ku kêmasiyên hene bên temamkirin. Dadgehê her wiha daxwaza Baroya Amedê û daxwaza girtina kiryaran red kir.   Doz taloqê 13’ê cotmehê hat kirin.