Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, li Antalyayê jî heman tişt kiriye 2025-06-30 09:06:18     Rojda Aydin-Dîlan Babat    ŞIRNEX - Kiryar Yusuf Açar ku li Şirnexê destdirêjiya 12 zarokan kir, derket holê ku li Antalyayê jî destdirêjî zarokek kiriye. Têkildarî kiryar de 9 sal û 2 meh cezayê ku hatiye dayîn, dosyeya wî li îstînafê ye.   Di 10’ê Hezîranê de kesê bi navê Yusuf Açar li Şirnexê bi sûcê tecawizê 4 zarokan kir, hat binçavkirin. Piştî ku zarok tiştên jiyan ji malbatên xwe re vegotin, malbatan têkildarî kiryar de gilî kirin. Kiryar piştî ku hat binçavkirin, di 11’ê Hezîranê de ji aliye dadgehê ve bi sûcên “îstîsmara cinsî ya zarokan” û “îstîsmara cinsî ya zarokan” hate girtin. Kiryar ku heta niha li dijî 12 zarokan êrişa zayendî pêk anî, hat diyar kirin ku dibe ku ev hejmar zêde jî bibe.   Her wiha li gor agahiyên ku me bi dest xist, derket holê ku Yusuf Açar berê li Antalyayê jiyaye û di 4’ê Îlona 2022’yan de tecawizê zarokek dinê jî kiriye. Têkildarî kiryar de ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê ve di 2’yê Mijdara 2022’yan de bi sûcên “Îstismara cinsî ya zarokan” û “Bêparhiştina azadiya kesekî” îdîaname hatiye amadekirin.   Zarok biriye mala xwe û destdirêjî lê kiriye   Di îdîanameyê de têkildarî bûyerê de cih ji îfadeya zarok re hatiye dayîn. Di îdîanameyê de hatiye gotiyn ku li Antalyayê zarok li ber mizgeftê bûye û di wê navberê de kiryar nêzîkî wî bûye û daxwaza gerê kiriye. Di îdîanameyê de cih hat dayîn ku kiryar bi zorê zarok biriye mala ku lê dimîne û destdirêjî li zarok kiriye. Ligel îfadeyan jî kiryar sûcan red kiriye.   Dosya li îstînafê ye   Hat zanîn ku têkildarî kiryar de ji sûcê “Îstismara cinsî ya zarokan” 6 sal û 8 meh û ji sûcê “Bêparhiştina azadiya kesekî”jî 2 sal û 6 meh ceza hatiye dayîn. Kiryarê ku bê girtî tê darizandin dosyeya wî li îstîfanê tê sekinandin. Kiryar her wiha Piştre mala xwe ji Antalyayê bar kiriye biriye Şirnexê û li vê derê jî destdirêjî 12 zarokan kir.   Sibê: Malbata ku zarokê wan bi destdirêjiyê re rû bi rû ma vegot.