Li Başûrê Kurdistanê komxebata Yekitiya Jinên Kurd 2025-07-05 12:02:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê komxebata ya platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ dest pê kir.   Li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gekek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ dest pê kir.   Li gorî bernameya komxebatê, wê gotara destpêkê ji aliyê Şeyda Meruf ve were xwendin û piştre Sara Reza rapora platformê bixwîne.   Tê payîn komxebat bi pêşniyaran dewam bike û dawiyê de jî bi encamnameyekê platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bê ragihandin.   Li gorî agahiyan wê platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’, ji bo yekîtiya jinan ya li Başûrê Kurdistanê, pêngavên ji bo kar û çalakiyên jinan, karê bihevre û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û neteweyî kar bike.