Bi şewitandina gundan re xwestin çand, ziman û jiyanê tune bikin 2025-07-10 09:04:25   Neslîhan Kardaş   MÛŞ - Nûrten Akman ku salên 1990’î de ku şahidiya zextên dewletê kir û gundê wan hat şewitandin got: “Me got belkî em mala xwe xilas bikin. Lê dema em çûn gund ne xanî mabûn ne titşekî din. Her titşek şewitî bû."   Li gelek bajarên Kurdistanê di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê gund hatin şewitandin. Gel ji axa wan hat kirin û bi van polîtîkayan hatin koçberkirin. Gel bi her cureyê zext û tundiyê re bi kuştinên kiryar nediyar re hatin rû hev. Cerdevanî dihat ferzkirin û gundiyên ev qebûl nedikirin dihatin koçberkirin. Hevseroka DBP’a Mûşê Nûrtek Akman a li gundê Qerehemze yê Mûşê hat dinê û mezin bû, pêvajoya wê demê û tiştên jiyan nirxand.   Zext û îşkence hatin kirin   Nûrtek Akman destnîşan kir ku piştî PKK’ê ava bûye û xurt bûye di 1990’î de leşkeran bi ser gundê wan de girtine û lêgerîn kirine û got: “Leşkeran heqeret li me dikir. Li gundê me qadek hebû. Her sibeh em dibirin wir heta êvarê em di bin rojê de didan sekinandin. Me li malên xwe çi bikira leşkeran dizanibû. Ez di 1990’î de zewicîm. Zarokê min yê ewil di 1991’ê de hat dinê. Zextên wê demê hîna didomin. Hatin bavê min birin. Îşkenceyên mezin lê kirin. Bavê min wan bar kir navenda Mûşê. Wê demê gundê me nehatibû şewitandin. Lê em li wir man.”   ‘Gule direşandin’   Nûrtek Akman wiha dirêjî dayê: “Leşkeran her roj digotin em gundê we dişewitînin. Leşker ji meha biharê heta payîzê li gundê me man. Ji tirsa wan em dernediketin derve. Digotin hûn alîkariyê didin PKK’ê. Apê min bazirgan bû. Lê her roj îşkence lê dihatin kirin. Ji girên dora gund gule direşandin. Gundên me şewitandin. Heta em çûn gund tu tiştek nemabû. Em hatin Mûşê. Ji me re digotin ‘hûn terorîst in’.”   ‘Me dest ji têkoşînê berneda’   Nûrten Akman wiha dawî lê anî: “Tevî zor û zextan me dest ji têkoşînê berneda. Gunduan cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê gundên me şewitandin. Tevî vê em têkoşînê didomînin. Ez niha hevserokatiya DBP’ê dikim. Ez dest ji têkoşîna xwe bernadim.”