Înstagramê hesabê Ajansa Welat asteng kir 2025-07-10 11:34:29   AMED - Platforma medyaya dîjîtal Înstagramê, hesabê Ajansa Welat asteng kir.   Platforma medyaya dîjîtal Înstagramê, bêyî ku sedem nîşan bide hesabê Ajansa Welat asteng kir. Li ser îtiraza Ajansa Welat, platforma înstagramê diyar kir ku: “Em ê îtiraza we binirxînin. Dibe ku ev pêvajo ji rojekî zêdetir bidome.”   Hejmara şopînerên Ajansa Welat 6 hezar û 500 kes bûn.