Li Mêrdînê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2025-07-10 13:03:50   MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê, M.Y. ya 24 salî bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Şeva borî li navçeya Artuklu ya Merdînê, jineke 24 salî a bi navê M.Y. di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe jidestxweçûyî hat dîtin. Piştî agahdarkirina malbata wê, tendirustvan û polîs gihîştin cihê bûyerê. Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat îdakirin ku li jinê întîhar hatiye ferzkirin. M.Y. birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li gel mudxeleya bijîşkan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê M.Y. ji bo otopsiyê birin morgê.