Zext û gefên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin her diçe zêde dibe 2025-07-10 15:38:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporek ya Rêxistina Herana li ser binpêkirinên mafên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weşandiye, rewşa girtiyên jin her ku diçe xirabtir dibe. Zext, gef û îşkenceyên li girtîgehên rejîma Îranê li ser girtiyên jin tên kirin, zêdetir bûye.   Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana têkildarî rewşa jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên di girtîgehên rejîma Îranê de, agahiyan belav kir.   Hate diyarkirin ku girtiya siyasî Ferîba Husênî ji ber nerazîbûna li dijî şerê Îran û Îsraîlê û bêyî fermana dadwer, 17 roj in xistine girtîgeha Adil Abad a li Şîraz û bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ tê sucdarkirin. Li dijî van binpêkirin û dij-hiqûqî Ferîba Husênî 12 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Rêxistinê destnîşan kir ku jinek din a girtî, nivîskar û seroka berê ya Beşa Çand û Hunerê ya Abadanê Meryem Delbarî ku di 7’ê Gulanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate girtin, bi tohmeta ‘propagandaya li dijî dewletê’ du mehin bêyî darizandin li girtîgeha Adil Abad a li Şîrazê tê girtin.   Li gorî rapora hatî belavkirin, Meryem Delbarî di girtîgehê de bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî xwîn jê çûyîn, tumora memikê, nexweşiya qirikê û kevirên gurçikan re rû bi rû maye. Her wiha beriya niha di sala 2019’an de hatibû girtin û 18 meh cezayê girtîgehê û du sal xizmetê li zanîngehek olî lê hatibû birîn.   Hate ragihandin ku di 7’ê Tîrmehê de, jinek Behayî ya bi navê Lawa Semîmî ku nişteciha bajarokê Cubiyar ya parêzgeha Mazenderane, li ber girtîgeha Kaçoyê ya li Sari ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin. Rêxistinê diyar kir ku Lawa Semîmî beriya niha hatibû agahdarkirin ku serdana hevjînê xwe bike, lê piştî gihîştina girtîgeha Kaçoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin. Di heman demê de hevjînê wê Noyan Hecazî bêyî fermana dadwer hatibû girtin.   Rêxistina Mafê Mirovan a Herane di dewama rapora xwe de da zanîn ku di 6’ê Tîrmehê de, girtiyea siyasî ya bi navê Zuhre Saru li girtîgeha Qerçek 15 rojan xistin hucreya yek kesî. Ji ber ku di rûniştina dadgehê de red kir ku li gorî yasaya hîcaba zoremlî tevbigere. Hate ragihandin ku Zuhre Saru wek bertek li dijî biryarê dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Gorî heman agahiyan Zuhre Saru di sala 2021’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin û ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Îman Efşarî bi tohmeta ‘komplo û propagandaya li dijî dewletê’ 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.   Hêjayî gotinêye ku rojane li deverên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakvanên jin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve bi hincetên cûr be cûr têne girtin. Li gorî çalakvanan ragihandî, rejîma Îranê zextên xwe li ser civaka Behayî zêde kiriye ku rastî lêgerînên bêserûber, girtin, desteserkirina milk û cezayên darvekirinan tên.