Besê Hozat ji merasîma dîrokî re pêşengtî kir 2025-07-11 13:47:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû.   Di merasîma îmhakirina çekan ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk de, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK' ê Besê Hozat jî di navde 30 kesan cih girt.   Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet di 11:25'an de dest pê kir û saet di 11:45'an de bi dawî bû. Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.   30 gerîla ku 15 jin, 15 jî mêr bûn, li pêşiya wan Besê Hozat û Nedîm Seven hebûn.    Di destpêka merasîmê de Besê Hozat axivî û got: “Li pêşberî banga Rêber Apo ji bo helwestê diyar bikin, ji bo bersiva li wê yekê em hatin. Ji bo vê pêvajoyê bi pêş ve bibin, li hemberî înkar û îmhayê me rahiştin çekê. Em şervanên azadiyê ne. Bi banga Rêber Apo, bi banga 27’ê Sibatê û bi wesîleya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê em vê gavê diavêjin.”   Besê Hozat piştî axaftineke kurt, bi navê komê daxuyanî bi Tirkî xwend. Piştre jî Nedîm Seven bi Kurdî xwend.    Piştî ku xwendina daxuyaniyan bi dawî bû Besê Hozat careke din axivî û got: “Ji bo ev hemû dewam bikin û pêk were, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye.”   Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê veke ew çekan îmha dikin.    Piştî daxuyaniyê û axaftinan di serî de Besê Hozat gerîlayan çek û rextên xwe şewitandin. Gerîla piştî ku çekên xwe şewitandin ji herêmê çûn. Piştî ku gerîla ji qadê çûn, merasîm bi dawî bû.