ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-18 09:00:00   ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN    * Xizmên girtiyan diyar kirin ku bi banga Abdullah Ocalan ya 26 sal şûnde, hêviya aştiyê zêde bûye û got divê her kes bi rihê seferberiyê xwedî li pêvajoyê derkevin. BI DÎMEN    *"Şoreşa Rojava di xweseriya demokratîk de li ser fikrên îlhamê pergala jinan a xweser hat avakirin. Di salên dawî de tevgera jinên krud li ser hewcedariya Peymana Civakî ya Jinan tê meşandin. Bêguman ev nîqaş wê yek ji hîmên girîng yên konfederalîzma jinan be." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ     * Hunermend Julîde Kural ku şahidiya dema dîrokî kir wiha got: “Niha dema berxwedanek nû ye. Ev berxwedan ji bo hemû civaka sivîl, hêzên sosyalîst û demokratîk, jin û ciwanan ji bo vî welatî , ji bo aştî û demokrasiyê wê baş be. Ji bo ev derfet bê bikaranîn em ê kedê bidin û netirsin.” BI DÎMEN    *Şoreşa Rojav kest sala 23’yan. Hevseroka lijneya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêvebreiya Xweser a Demokrtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî der barê pergala perwerdê de nirxandin kir û got: “Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî hat jiyîn.” BI DÎMEN   *Dayika endamê Koma Aştî û civaka Demokratîk Firat Îşleyen, Sereyî Îşleyen ku piştî salan şûnde kurê xwe di televîzyonê de dît wiha got: “Dema min bihist ku Firat jî nav de ye ez pir kelecanî bûm. Ez hişk û ziwa bûm. Min gotibû "Ez carek din Firat bibînim ez ê axê bavêjim devê xwe. Wê demê ez çûm min ax avêt dervê xwe. Ji bo pêvajoyê min dua kirin.” BI DÎMEN    *Bi şewitandina çekan qonaxek nû pêk hat. Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku ew ê hefteya bê bi Abdullah Ocalan re bicivin û got: "Hesasiyeta Abdullah Ocalan ya li hember pirsgirêkên jinan û serkeftina wê di misogerkirina beşdariya jinan di siyasetê de li Tirkiyeyê mînakî û bêhempa ye." BI DÎMEN