Rojnameger Melîke Aydin beraet kir 2025-07-18 12:52:45   ÎZMÎR - Di doza ku ji ber karê rojnamegeriyê der heqê Melîke Aydin, Tolga Guney û Delal Akyuz de vebûbû, Melîke Aydin û Tolga Guney hatin beraetkirin û Delal Akyuz bi îdiaya “endemtiya rêxistinê” ceza girt.    Danişîna biryarê ya doza ku nûçegihana ajansa me JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Tolga Guney û rojnamevan Delal Akyûz ji ber kerên xwe bi hinceta "endamtiya rêxistinê" tên darizandin, hate lidarxistin. Doza rojnamevanên ku di çarçoveya heman operasyonê de hatin binçavkirin û derheqê wan de îdîanameyên cuda hatine amadekirin, li 13’yemîn Dadgeha  Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Rojnamevan beşdarî rûniştinê nebûn lê belê parêzerên wan amade bûn.   Dozger daxwaz û nêrîna xwe ya li ser cezakirina rojnamevanan dubare kir, ku rûniştina derbasbûyî eşkere kiribû.   Piştre parêzeran parastinên xwe kirin. Parêzeran anîn ziman ku muwekîlên wan karê xwe kirine û tiştên hatine kirin di çarçoveya azadiya fikrî de ne.   Heyeta dadgehê der heqê rojnamevan Melîke Aydin û Tolga Guney de biryar da ku naverokên nûçeyên wan û hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re ne sûc in û birayara bereata wan da.   Heyeta Dadgehê bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hebsê li Delal Akyuz birî.