Nayê zanîn ku jinên li Afganîstanê hatine binçavkirin birine ku derê 2025-07-19 21:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN-Li Afganîstanê rêveberiya Talîban 100 jin binçav kirin. Nehat hînbûn ku jinên hatine binçavkirin birine ku derê.   Pewyirarên ‘Wezareta Emirkirina Başriyê û ji Xerabiyê Parastin’ ya girêdayê Rêveberiya Talîban a li Afganîstanê, 16’ê Tîrmehê de li herêma Şehrî Nev a Kabîlê gelek jin binçav kirin. Hat hînbûn ku jinên hatine binçavkirin nayê zanîn ku birine ku derê.   Xizma jineke ku hatibû binçavkirin ji ajansa nûçeyan a li Afganîstanê re axivî û  da zanîn ku nêzî 100 jinî ji kolanan, navendên dan û standinê û nexweşxaneyan hatine komkirin û hatine binçavkirin.   Çavkaniyek ji rojnameya Ettelaat Rooz re axivî û got jin bi îdiaya ‘serî girtina ne di cih de’ hatine girtin.   Nehat hînbûn ku jin birine ku derê û wezaretê jî îdiaya binçavkirinan red kir.