‘Ji bo derve nebînim sê perde li ser hev daliqandibû’ 2025-07-26 09:03:31     Şehrîban Aslan   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ku bi salan ji aliyê mêrê dest jê berdabû tundiya sîsmatîk û destdirêjî dît, ji ber ewlehiyê navê xwe neda û got: “Ji bo derve nebînim sê perde li ser hev daliqandibû. Tiştên min jiyan pir giran  bûn. Hîna jî di bin bandora wê de me.”   Tundiya li ser jinan a li Tirkiye û Kurdistanê her diçe zêde dibe. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê jî van zext û tundiyan zêdetir dike. Jina ku nexwest navê xwe bide 45 salan ji aliyê mêrê ku dest jê berdaye ve tundiya sîstematîk û destdirêjî dît. Jina ku navê xwe neda got bi kurê xwe yê ku hişbirê bikar tîne re ligel hev dijî û got ewlehiya canê wan tuneye.   ‘Ez nikaribûm derkevin derve’   Jina ku navê xwe neda got di 20 salî de zewiciye û wiha anî ziman: “Hefteyek me temam nebibû tundî kir. Nehişt biçim derve û malbata xwe. Ducanî bûm tundî dikir. Nehişt derkevim derve. Li dayika xwe jî heman tişt dikir. Dema tundî li min dikir min digot ez ê xilas nebim.”   ‘Keça min jî 12 salî zewicand’   Jina ku navê xwe neda diyar kir ku ji ber tundiya dîtiye psîkolojiya wê xera bûye û wiha domand: “Nedihişt biçim malbata xwe. Du birayê min, bavê min, dayika min wefat kirin destûr neda ez biçim. Her tim tundî dikir. Xwedî li zarokên min derneket. Keça min 12 salî beramberê pere zewicand. Kurekî min întîxar kir. Mêr aramî di malê de nehişt. Hevjînê min ji bo derve nebînim sê perde daliqandibû. Pereyê qezenc dikir li tiştên din xerc dikir. Min ji bilî tundiyê tu tiştek nedît. Pere, cil û berg û derve çiye min nizanibû. Min doza destberdanê vekir. Ez bi serketim lê tiştê ku nehat serê min nema.”   Di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kurê wê yê hişbirê bikar tîne û ligel wî dijî û wiha dawî lê anî: “Kurê min hişbirê bikar tîne û tundiyê li min dike. Min ji bo malbatê jiyana xwe wêran kir. Lê tu kesî piştgirî neda min. Kurê min hişbirê bikar tîne. Ez nikarim pêşî lê bigirim. Her tim tundiyê li min dike. Dixwazim kurê xwe derman bikim lê derfet tuneye. Bila pêşî li hişbirê bigirin.”