'Pêvajo ji bo her aliyê welêt derbasdar e' 2025-07-26 09:06:30   Mîdye Miqted    HELEB - Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Abdullah Ocalan ya bajarê Helebê, Rojiyan Hisên têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir ku ev yek her aliyên welêt eleqedar dike û got:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk diyar kir. Tevî tecrîd, astengî û zextan jî her tim Rêbertî hewl da berhemên nû derxe pêş. Divê em jî xwedî li vê yekê derkevin."   Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Abdullah Ocalan ya bajarê Helebê, Rojiyan Hisên li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, nirxandin kir. Rojiyan Hisên got:"Tecrîda ku li ser rêbertî hatibû ferzkirin gelek giran bû. Lê belê Rêbertî dîsa jî li berxwe dide. Ev nîşan dide ku wî asta rêbertiyê jî derbas kiriye. Heta tecrîd bi dawî bibe azadiya Rêbertî pêk were em ê li berxwe bidin."   'Pêvajo ji bo her aliyê welêt derbasdar e'   Rojiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir:"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Cîhan bi giştî bi îflasa kapîtalizimê re rû bi rû tê hiştin. Li dij vê jî bersivek e. Li hember vê yekê îro di dema me ya niha de projeya ku bikaribe gel bi rêxistin bike û ber bi aştiyeke mayinde ve bibe projeya netewa demokratîk e. Ev proje ji bo her aliyên welêt derbasdar e."   'PKK'ê gava yekem avêt'   Rojiyan Hisên da zanîn ku yên destpêkê ji bo pratikirina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêtin PKK bû û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were divê di serî de gav bên avêtin û yên ku li tenişta Rêbertî berpirsyartiya vê pêvajoyê hildan ser xwe û yekem gav avêtin PKK bû."   'PKK'ê çekên xwe radest nekirin lê dan ber agir'   Rojiyan Hisên bal bir ser merasîma çekşawitandinê û got PKK'ê çekên xwe radest nekirin lê dan ber agir. Rojiyan Hisên wiha got:"Dema ku PKK'ê çekên xwe şewitandin ev bi serê xwe peyamek ji bo cîhanê bû. Şewitandina çekan ne teslîmkarî bû. Pêngavek nû di nava PKK'ê de hat destpêkirin. Vê yekê jî diyar kir ku yê bikaribin aştiyê pêk bînin PKK ye."   'Gavên şênber nehatine avêtin'   Rojiyan Hisên da zanîn ku dewleta Tirk hîna gavên pratîk nedaye avêtin û wiha dom kir:"Îro dest bi pêkanîna muzekereyên aştiyê dibe. Ev yek hem ji aliyê Devlet Bahçelî, hem jî ji aliyê Erdogan ve bi awayekî erênî hat nirxandin lê belê di warê pratikirina wê de ji aliyê dewleta Tirk ve di çarçoveya axaftinê de maye. Hem di warê guhertina destûrê de hem jî di warê, girtiyan de niha gavên şênber tune ne. Heger rewş bi vî awayî biçe wê aştiya ku tê xwestin, neyê pêkanîn her wiha wê şer û xetimandin dîsa çêbibe."   'Divê gel xebatê bidin meşandin'   Rojiyan Hisên da zanîn ku divê gel bikeve nava tevgerê, xebat ji bo banga dîrokî bê meşandin û wiha got:"Divê dewleta tirk jî û gel jî têkeve nava liv û tevgerê. Divê gavên ber bi pêkanîna aştiyê ve bên meşandin. Divê gel di warê peyama Aştî û Civaka Demokratîk de dakevin kolanan. Ji ber ên herî zêde xetimandina vê pêvajoyê bijîn gel bi xwe ye. Ger pêvajo neçe serî wê gel ji aloziyê bêpar nemîne. Ev yek ne tenê ji bo gelê Tirkiyeyê lê ji bo çar welatên cîran jî derbasdar e. Tê xwestin ku zêdetir gel were birêxistinkirin. Civîn ji bo wan bên lidarxistin. Jixwe li  Bakur ji aliyê DEM Partiyê ve ev yek tê kirin lê li sê perçeyên din ên welêt jî tê xwestin bi heman misyonê rabin."   'Manîfesto pêşkêş kir'   Rojiyan Hisên behsa manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk kir ku çawa Abdullah Ocalan tevî tecrîda giran a li ser wî ev berhem pêşkêşî gel kir û wiha pê de çû:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk diyar kir. Tevî tecrîd, astengî û zextan jî her tim Rêbertî hewl da berhemên nû derxe pêş. Divê em jî xwedî li vê yekê derkevin."   'Em ê liberxwe bidin'   Rojiyan Hisên diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û wiha got:"Tecrîda ku li ser rêbertî hatibû ferzkirin gelek giran bû. Lê belê Rêbertî dîsa jî li berxwe dide. Ev nîşan dide ku wî asta rêbertiyê jî derbas kiriye. Heta tecrîd bi dawî bibe azadiya Rêbertî pêk were em ê li berxwe bidin."   'Divê manîfestoya rêbertî baş were naskirin'   Rojiyan Hisên da zanîn divê manîfestoya Abdullah Ocalan baş were naskirin û wiha got:"Rêbertî di nava manîfestoya xwe ya aştî û civaka demokiratîk de behsa diyalektîka di navbera xweza û civak, xwezaya duyemîn erka wê çiye, divê çawa aştiyê pêk bîne, dike. Di heman demê de behsa çima PKK'ê  xwe fesix kir, dike. Divê manîfestoya rêbertî baş were naskirin û fêmkirin. Dema ku mirov manîfestoya rêbertî nas dike, her wiha şert û mercên wê baş fêm bike, wê demê, wê pêkanîna aştiyê, lez be."