Xizmên Windakiriyan li aqûbeta Mehmet Yildiz pirsîn 2025-07-26 13:50:49   AMED - Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 859emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz di sala 1994an de li Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin pirsîn.   Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbat û xizmên windakiriyan bi deh salan e li aqûbeta kesên hatine windakirin dipirsin. Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 859emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHDê, Dayikên Aştiyê, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn. Di hefteya 859emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22yê Tîrmeha 1994an de di navbera navçeyên Hezro û Pasûrê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hat pirsîn.   ‘Emîne Ocak politîkayên necezakirinê aşkere kir’   Li vir ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDê Omer Saman axivî û bi bîr xist ku berî çend rojan Emîne Ocak jiyana xwe dest da û ev tişt got “Emîne Ocakê ji bo zarokê xwe çalakî da destpêkirin û paşê 30 sal têkoşiya. Zilma desthilatê nîşanî tevahî cîhanê da. Politîkayên necezakirinê aşkere kir. Em ê li her qadê daxwazên xwe bilind bikin.” Endama Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Yildiz xwend.   ‘Mehmet Yildiz di sala 22 Tirmehê 1994an ve windayê’   Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Yildiz li Mersînê dijiya û wiha axivî: “Birayê Mehmet Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Dema Mehmet Yildiz di 22yê Tîrmeha 1994an de ji Amedê ber bi navçeya Pasûrê ve diçe li gundê Reşik ê navçeya Hezroyê leşker nasnameyan kontrol dikin. Di dema kontrola nasnameyan li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tên binçavkirin. Her 3 kesan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê. Tevî serledana malbatê jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nehatin girtin û Mehmet Yildiz hêj jî winda ye.”   Pişt re ji bo bîranîna Mehmet Yildiz û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.