Keviyên Berfê yên Cêloyê di talûkeyê de ne! 2025-08-05 09:02:33   Rabia Onver    COLEMÊRG - Keviyên Berfê yên Cêloyê ku ji ber guherîna avhewayê di bin gefa helînê de ne, niha bi gefa qirêjiya jîngehê re rû bi rû ne.   Keviyên Çiyayê  Cêloyê yên li navçeya Gever a Colemêrgê ku bi hezaran salan avhewaya herêmê parastine, bi eşkereyî dihelin. Dema ku agahiyên ji niştecihên herêmê bi daneyên zanistî re tên gelhev, dîmenek bi talûke derdikeve holê. Keviyên Berfê niha li ber tunebûnê ne.     Bandora berbiçav a wêraniyên germbûna gerdûnî li rêzeçiyayên krîtîk têne dîtin. Lûtkeyên ku berê tevahiya salê bi berfê hatibûn nixumandin, niha di nîvê havînê de kevirên wan ên hişk û şikestî xuya dikin. Lêbelê, pirsgirêka rast ev e ku ev pêvajo ne tenê bi xwezayê ve sînordar e; ew bandora xwe ya neyînî li jiyana civakî jî dike.     Ji bo xelkê herêmê ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dike, Keviyên Cêloyê ne tenê bedewiyeke xwezayî ne û di heman demê de çavkaniyeke girîng a avê ne jî. Niha zuwabûna çeman, helîna berfê ya zû û kêmbûna baranê jiyana gundan her sal dijwartir dike. Tevî vê yekê jî tu nîşanek  ku dewlet û saziyên têkildar tedbîrên bi bandor û domdar digirin tune ye.   Ne keviyên berfê, bîra me  dihele     Çiyayên Cêloyê ne tenê perçeyek xwezayê ne; ew bîra gel in ku di bîr, ziman û çanda mirovan de bi cih bûne. Helîna Keviyên Cêlo ne tenê hilweşîna ekosîstemekê ye û di heman demê de helîna bîra gel e. Girêdana kesên li herêmê ku bi van keviyên berfê re ava kirine  bi her dilopa ku ji wan diniqute tune dibe.     Nebûna lêkolînên zanistî yên serbixwe li herêmê belgekirina windabûna Keviyên Cêloyê dijwar dike. Akademîsyen û çalakvanên jîngehê ji nebûna şert û mercên lêkolîneke ewle bi gazinc in. Yên ku guh didin qîrîna bêdeng a Keviyên Cêloyê an tên bêdengkirin  an jî ji nedîtî ve tên.