Li Akdenîzê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin 2025-08-15 19:27:11   MERSÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê, li navçeya Akdenîzê komeleya xwe vekirin.   Li navçeya Akdenîz a Mersînê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Çukurovayê, Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Windakirine (MEYADER)  û gelek kes tevli bûn.   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren axivî û got komeleya hatiye vekirin bila bibe wesîleya aştiyê.   Piştî axaftinan komele hat vekirin.